Skip to content
Lyric
Dive
Public playlists
My playlists
Search
Sign in
Reşik
Yahhya
Popularity · Low
+
Original
0
0
YouTube
Searching YouTube...
Lyrics
Original
Translation
Bilingual
Ji dûr ve ez xuya dikim bê mirûz û reşik
Ji nêz de tu nas bike tê ji min hez bike
Birînên min qalik girtin hatin qeşartin
Hin ji wan gelkî kûr in nayên veşartin
Ez hatim ji dûr gur li dû bi zûr pişt bi xencer û şûr
Min hilda jiyan da ser piyan min nefirot giyan
Wer' pêşwaziya min, geş bik' jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer' tengala min, bib' hevala min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Li dilekî safî digerim ku çend tişta bêjim
Gotinên min hebkî tûj in lê ez rast dibêjim
Ava çemayî dike xuşîn tu jê netirse
Dûr be ji ciyê xalî û bêdeng tê zû bifetise
Wer' hinda min bibe rinda min pişk û para min
Dest dirêj ke min himbêz ke tu şepala min
Li dil bibe mêvan mêvanek giran
Zû zû ji min neçe mazûban bi qurban
Wek cotek kevok em per bixin nav per
Em hevdu bernadin tu car nabin fer
Wer' pêşwaziya min, geş bik' jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer' tengala min, bib' hevala min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Wer' pêşwaziya min, geş bik' jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer' tengala min, bib' hevala min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Hez bikin ji hev, em hez bikin ji hev