Skip to content
Lyric
Dive
Public playlists
My playlists
Search
Sign in
Daxwaz
Yahhya
Popularity · Low
+
Original
0
0
YouTube
Searching YouTube...
Lyrics
Original
Translation
Bilingual
Te jî dive rojên berê
Tev da herin ji vêderê
Tik û tazî em bi hevra biçin
Ne tirs bimîn ne jî fedî
Li ser xaka li wan sikaka
Birevin li hev binerin li ber şibaka
Baran bide tu li cem min be
Şil bibin em şil bibin li wê neqebê
Buhar hatibî rez û bexça
Kulîlk vebibin li dor qelaça
Tu kom bike gûl û beybûn
Ez bihûnim ji serî re taca
Ax por sorê zend bi morê
Durî min tu neçe ezê bi gorî
Hey rû li kenê te ez kuştim bi fenê
Bi şana li çenê lê lê bi zêrê li gerdenê
Li bendî te bama bi wê xweziyê
Min dûr nexe ji wê hevîyê
Kelîkekê tu were cem min
Kû pez vegerin ji beriyê
Dem payîz be ba bi fîz be
Ez xort bama li wî gundî û yar tu jî qîz be
Wer perîyê satil li piyê
Min bi tenê ne hêle keçikê ji ve xwezîyê
Wer perîyê satil li piyê
Min bi tenê ne hêle keçikê ji ve xwezîyê