Skip to content
Lyric
Dive
Public playlists
My playlists
Search
Sign in
Mahîtab
Yahhya
Popularity · Low
+
Original
0
0
YouTube
Searching YouTube...
Lyrics
Original
Translation
Bilingual
Îşev civanê me ye
Bêjin keçikê bila bê
Li nav bexça rê heye
Em ê vexwin şerabê
Em ê rûnin li banî
Masa me li jor danî
Da ko nebe xûyanî
Şêrînê mahîtabê
Em ê rûnin li banî
Masa me li jor danî
Da ko nebe xûyanî
Şêrînê mahîtabê
Dîlber ku hate ba me
Nazdar û meş xeram e
Wê bi destê xwe da me
Şîra ji nav lêvan de
Perde ji ser xwe bavê
Guhdêra saz û avê
Awir da dil ji çavê
Wê dînê mal xirabê
Perde ji ser xwe bavê
Guhdêra saz û avê
Awir da dil ji çavê
Wê dînê mal xirabê
Cam û qedeh me li hev dan
Sed maçê min ji dev dan
Sîng û memik me tev dan
Bêhn ji misk û gulavê
Şêrînkenê giha min
Wê zû destê xwe da min
Mîr û padîşaha min
Şêrînê wek xuşabê
Şêrînkenê giha min
Wê zû destê xwe da min
Mîr û padîşaha min
Şêrînê wek xuşabê