Skip to content

Kî ne Em

Popularity · Low

YouTube

Searching YouTube...

Lyrics

Ez bi hêsanî ango, vê helbestê, hew bi deng û tembûra xwe dibêjim. Nivîs ya Mamoste Cegerxwîn e û bi amadekariya min jî helbest hatiye hazirkirin. Ez hêvîdar im ku şûn de ev helbesta ji hêla pir kesî wê bê xwendin. Lew helbest, tarixa materyalîzme de gelî Kurdistanê tîne ziman. Kî ne em? Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter Gelê Kurdistan Şoreş û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn, Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kî ne em? Hey hey hey kî ne em? Em in rojhilat, Tev birc û kelat. Tev bajar û gund Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar, Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng, Di rojên pir teng, Bi kuştin û ceng Parast, parast Parast min ev rojhilat Kî ne em? Hey hey hey kî ne em? Kî ne em? Gelê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aşitîxwaz. Em xweş mirov in, Ne hirç û hov in Lê çi bikim bê şer Dijmin naçî der. Bav û kalê me Dijîn tev serbest, Naxwazin bijîn Ta ebed bindest. Kî ne em? Hey hey hey kî ne em? Em in ew kurdê serhişk û hesin, Îro jî dijmin ji me ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr, Biteqim ji bin, Dîsa wek şêra, Bikevin çiya. Naxwazim bimrim, Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe Axa Mîdiya, Kî ne em? Hey hey hey kî ne em? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar, Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo, Kardox û Kudî, Em in Mad û Goş, Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor, Em in, em Kurd in li jêr û li jor Çend hezar sal in Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin! Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg Hinek jên bûne cahşê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar, Bûne olperest, Bûne paşverû, bi tizbî û xişt Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn, Bûn dijminê hev perçe perçe bûn. Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan Jar û perîşan Kete bin destan! Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê Raketin, raketin... Yek caran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jê kirin Yek carna serê xwe bi hêz rakirin Lê dijmin serî zû jê kirin Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipişiqîne Brûskê tavê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne Her wek ên Kawa li ser xwe pêk tîne Niştimanperweran diwelidîne Em in ew gela Belê em in ejderha Ji xewa dîlî Şiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr Rabin her wek şêr Serê xwe hil din Çi serbilind in Bi cîhan carek Em bidin zanîn Rêçika Marksîzm, Rêçika Lenîn. Kurê Guhderz û Salar û Rustem, Kurê Şêrgoh û Ferhad û Deysem. Bejin bilind in Wek dêw bilind in Em destdirêj in Serbest dibêjin Dixwazin bi lez Gavan bavêjin! Kî ne em? Hey hey hey kî ne em? Ne xwînxwar in em, aşitîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in her dem Em şer naxwazin, Divên wekhevî, Em paş ve naçin, Lê dijmin direvî! Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî Divên biratî, lê ew qebûl nakî Bûye wek rûvî Li paş xwe nanêrî Kî ne em... Gelo bavê min çi bikin? Naxwazin însanî Êrîş bikin û bigrin Histu bişkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kî ne em?