Skip to content
Lyric
Dive
Public playlists
My playlists
Search
Sign in
Viyan û Agir
Kurdîfy
Popularity · Low
+
Original
0
0
YouTube
Searching YouTube...
Lyrics
Original
Translation
Bilingual
Zexim vekiriye çavên xwe stêrka gelawêj
Di rojên gewrindera serê bajarê Silêmaniyê
Tofên jiyana şehîdan dixûyê li her derê
Xak tepisi ye bi hestên dilên serhildêr
Nêz bûye qulincên roja nû
Di berbanga vejîna gelê min de
Govend e semawend e her çar pariyê warê min
Êdî dem hatiye
Diqelişe xaq mîna volkanekî bêsebir, bihêz û germ
Şîn dibe evînek li Silêmaniyê
Li bajarê serhildan û ronakiyê
Li warê berxwedan û baweriyê
Vîn dibe navê wê, Viyan dibe
Ey Viyan
Diherike dîrok di nav damarên hizirê te de
Û her kêliyê tu, bidengê şîmşala xemgîn, qêrîna zarokên sînema Amûdê dibêjî
Ew bedenên ku bûne pêtên azadiyê
Di her helbestê tu, niştecîhên Helepçê dijî
Ew laşên ku ser lorikên zarokan heliyayî
Tu dibî xendeya ser lêvên zarokên Amedê
Ewên pêxas, ewên hejar, ewên birçî û tiyê jiyanê
Te bi kesera dilê zarokên welatê min re hûnandiye hestên xwe
Te bi şîrê helalê dayîkên min re şûştiye ramanên xwe
Lewma Viyan
Lewma tu bûyî ala leyla çiyan
Te xweliyê canê Leyla Qasim xwe werkir
Bi agirê Ronahî û Berîvanan, Sema û Zekiyan xwe pijand
Û ketî rêça Bêrîtan û Zîlanan
Lê tu hê jî ew zarokî Viyan
Geş bûyî di nav hewriyan de,
û mîna findekî şewq dide vê dîlanê
Ev dîlan bi te xweşe.
Ey Viyan
Jina dil bi êşa Mezira Botan
Xifşa lehengê çiyan
Tu dibînî û dizanî
Çendî dijwar e ev cenga jînê
Çi bê emane ev tekoşîna li ser singa xaka pîroz
Belê
Vaye hûr dikin dîsa bi destê xayînan dergûşa dayîka min
Çavsor kirine nevî çîrçirkên pehrîwan
Dojeh dibare ji devê wan, dojeh
Bi dilên qerisokî, rûyên cemed, mejîyên tazî êrîş dikin
Divên tarî bikin dunê, dest wer didin li rojê
Jehrî dikin bedena wê jehrî
Lê
Çarenûsa me ne eve
Gilî, gazin û girî bi me nabe
Ma ne te digot mezintirin çalakî soz bixwe ye.
Gava nemîne wateya gotinan sec dihilweşe û gaflet dijî
Erê
Şervanên Ahûra Mazda jibîr nakin
Ji ber ku îxanete jibîr kirin
Ew qesemtîna rojê bi sonda ser mirateya şehîdan xwe dispêrine çiyan
Çiya paxila dayîke
Çiya çeper û sitargehe
Çiya kelha berxwedanê rêka azadiyê şûna êvînê ye
Çiya Viyan e.
Dîsa bi ser asîmanê me de hat sibatoka reş
Pelên dara yek yek wer bibûn li payîza bûhûrî
Te hêviyên xwe veşarti bu di wê payîzê de
Kanê?
Wêneyek te mabû birengê payîzê
Rûyê mat demê zer, ala kesk hebû di wêneyê de
Hestên te bibûn qeraxên behran
Li her çar qiraxê behrê didan
Çavên te ferman dixwandin
Û digotin
Ezê nehêlim tû caran agirgeha rêber Apo sar bibe
Ji ber ku
Tu sibat nikarin dûrbikin te
Tu bahoz nikarin bîrbikin te
Tu befir nikarin sar bikin te
Ew e bi tenê hesreta dilê min
Rojeke ji rojan serê xwe bidim ser singa rojê
Hama kêliyeki û hilmekî pêrabim
Bila bêhna wê dagir bike gerdûna min
Da ku biherike mina rûbarekî tevahiya giyana min
Û êdi bila ez nemînim
Bila ez nemînim li vê dunê
Bila sibatok bipêçin termê canê min
Dîsa îşev çirûskek ji agir li têhna canê min xwe wer kir,
Kela dilê westiyayî difûre îşev
Îşev Rengê demsalê xumriye
Xûnava bin berfa hûr rûçikê min ramûsin îşev
Stêrkên şermok Ahûra nadin pişt ewran
Tava heyva penaber koç kiriye îşev
Bejin tewandine kulîlkên berfîn, befir balife ji xewnikan re îşev
Lê xifşek jiyane di hembêza çiyan de
Xwîdan mîna morîkan rêz bûye di eniyan de
Çavên sor ber bi jînê, mîna ferîşteheke sêr dikin jînê
Rûyê rûpelên spî dialêse pênûsê di dest de
Bi hibra dilekî bengîn dinivîsîne helbesteya meyvan
Dinvîse ew a temen bîst û çar sala
Ev der heftenîn e
Nameyek bicîh dibîne îşev
Nameyek bicîh dibîne îşev
Û bang dike:
"Hevalno, dostno û jinên êş kişandî
Govendê bigrin
Hûn jî dizanin ez pir ji govendê hez dikim
Di her dema govendê de ez bi bask dibim û difirim
Di nîvê zivistanekî zor û zehmet de Ez
Bi agirê bedena xwe peyamek didim
Bangamin parastina rêber Apo bilindkirina çalakî û tekoşînê ye
Fir dide qulingeke ji hêlînê
Destmala sor pêçaye bi guliyên xwe
Bejina xwe bi pêt û agir xemilandiye
Vaye kifş e
remza serkeftin e tiliyê
Ev der heftenîne
Bi dengekî şewat, bi bêhna goştê sotî drûşmek bilind dibe îşev.