Hewler
Hozan Perwer
Popularity · Low
YouTube
Searching YouTube...
Lyrics
Hewlêr lorîka dayîkan
Hewlêr qîrîna zarokan
Hewlêr kilê çawên bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr Hewlêr Agirê serhildan e qelayê berxwedan e Hêlîna şehîdan e
Hewlêr Hêlîna Egîdan e
Hewlêr Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan Hewlêr Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan
Hewlêr Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Helîn û Salihan
Geş dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e qelayê berxwedan e Helîna şehîdan e
Hewlêr Helîna Egîdan e Hewlêr