Skip to content
Lyric
Dive
Public playlists
My playlists
Search
Sign in
Nabinim - Digel Xelya
Serhado
Popularity · Low
+
Original
0
0
Listen
YouTube
1
2
3
0:00 / 0:00
Loading YouTube player...
Lyrics offset
Synced
Lyrics
Original
Translation
Bilingual
Her sanîye însanekî dua dike ji xwedê re
Û kul û derê her însanê yên girane jê re
Dil divebe wek kulîlkan yek dikeve weke stêran
Nan ji te re nan e lê ji hinan re zêr e
Çav reş bû, dil şewitî ji dinyayê têr e
Rê da mirinê lê ji tirsa xwedê newêre
Agir nemiriye tirs hê jî maye pê re
Difikire jiyana mişkan nameşe nav şêran
Nabîne ronahî dest û çav girêda
Nabîne evînê dil û can lê da
Nabîne, na nabîne jîyan yek e
Bes e neke derde berde çavan veke
Yek namire ji van birînan namire ji binî
Bêje zorb î, ne zorb î tu jiyana min î
Bîne bîra xwe derd hebe yan nebe
Wexta yek derî asê dibe yekî dî divebe
Sebra min lê nayê, jiyana dinyayê
Nabînim biha ye, ez nabînim hêja ye
Cana xwe min daye, di bêhna min daye
Nabînim çawa ye, yê destê min de maye
Sebra wî li vir nayê aciz bûye ji dinyayê
Li hêvîya mirinê ye, xwe xistiye pêşiya sirayê
Li vir maye nav yê xwe xiraptir dimîne
Lê tiştekî dî ji dêla derdê xwe nabîne
Serê xwe li dîwaran dixe feyde nabe
Ne şerime tu bikevi, Şerme ku tu nerabi
Bifikire çi malê heye nedî derve çi bigirî
Bifikire tu çi dibêjî lê nebêje tu çi difikirî
Va derda ji bîra xwe derxe jîyana xwe bike
Rabe ji sikakê, serê xwe rake, bi keda xwe tijî bike
Bes bêje bike
Tu kesê dî te nerakî, her kes xwe hildikişîne
Û ku tu ketî xwe rake
Bes dilê xwe bi agirê xwe bişewitîne
Ji erdê nerake, sêva serê darê bîne
Derî veke, hêvî bike, dora xwe bibîne
Ku tu nemirî bira tê hişk bibe ji birînan
Sebra min lê nayê, jiyana dinyayê
Nabînim biha ye, ez nabînim hêja ye
Cana xwe min daye, di bêhna min daye
Nabînim çawa ye, yê destê min de maye
Nabînim çi ji min re maye
Nabînim feqîr
Nabînim çawa ye
Nabînim zarokê birçî
Nabînim derdê yê dî
Nabînim yê bindestî
Ez nabînim yê perîşan
Nabînim yê dilşikestî
Nabînim jîyana xwe
Nabînim çiqas xweş e
Nabînim wext çawa diçe
Nabînim nameşe
Nabînim fikirê xwe û weke xwe dimînim
Ez nabînim ez korim, na ez nabînim
Sebra min lê nayê, jiyana dinyayê
Nabînim biha ye, ez nabînim hêja ye
Cana xwe min daye, di bêhna min daye
Nabînim çawa ye, yê destê min de maye