Skip to content

Ji Êvareke Amedê

Popularity · Low

YouTube

Searching YouTube...

Lyrics

Ji êvareke Amedê gazî dikim nekesek Di devê min de gotinên stranekê dişibe ewran Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e, çi bû navê min? Birînek çavtirsandî me, nikarim xwîn bibim Ditewe rasteqînî li kulmika demê Hêdî hêdî kevirek im li vê ber êvarê Hemû al ji jor da li min dinêrin Û li vê neqebê kesê ne kurd, hemî tirk in. Şerm dikim behsa kenê xatûnekê bikim Di bêrîka min da nasnameyek dişibe çêreke negotî Aş nabe kela ji nû ve hezkirinê Û li ser kevirê mezelan pistapista pêşarojekê Gelo dibe ku yê mirî ez bim? Li êvareke dişibe esrî, diponijim Heyv bi bêjnekê bilindtir e ji tavikê Li dêrîyê mêrdîn qîzên biskrihan gûzan belav dikin Li jêr hişê min fîkafîka bayê Hemû neqeb şîrata terikandina vî warî dikin Dema qismet belav bû di xew da bûm Min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê Û di bêrîka min da nasnameyek xêrîbîyê tîne bîra mirov Ez ne darek kizwanê bim, gelo çi me? Tenêtî sosret e li ber hêt Li qiraxan ba xwe bi erdê re kaş dike Li ber serê xewherîmîyan teqereqa alavên şikestî Nizanim kîjan lampe ma li ber wê çîrokek nexuliqî Li kîjan quncikê toz bi ser serê min neket Ev demek dirêj e xwe ji stranekê nas dikim Navê min î rastîn di şikeftekê da veşartî Û tama devê min dişibe hilmek cixareya li xurînî ye a rijî. Li êvarekê Amedê ez ê ji xwe bikim cilên zarokên xelkê Anha li hember xuşîna şetên Dîyarbekir Li ber qefka bircan şalekî didirûm, ji kils û ji hecerê Di bêrîka wî şalî de nasnameyek Sûretê li ser bi min re dikene Ax ev ken çiqas dişibe min!