Skip to content

Melûlî

XemXwar EZD
Popularity · Low

YouTube

Searching YouTube...

Lyrics

Baran barî mi distek danî Hêstir barî mi testek danî Hinek herî li ser danî Qewarek min li ser danî Hî dibarî, min nikarî Hî dibarî, min nikarî Qewarek min li ser danî Hî dibarî, min bikarî Hêstir li tarîya xweya nakin Gelek xincer li piştê ketin Bê rûnahî xweya nakin Bê rûnahî xweya nakin Hêstir li tarîya xweya nakin Gelek xincer li piştê ketin Bê rûnahî xweya nakin Kes nabînê brînê min Diherikê kehinya çavê min Kes nabihîzê bi van îşêd min Bin serê min tev riswa ye Ser cemkê min zû ziwa ye Berî sibeh li min vegerê Da kes li birîna dernexê Ger taristan dîsa werê Cemik wê hêstiran hilgirê Yek bi yek hêstir dibarîn Wekî baran ket ser xanî Bi bêdengî min Kire qal Hita kengê wê bimînê? Ev birîn li kêleka min bê Ev jîyan li min zehmete Ez çibikim jî birevim Wekî dîna bi çola bikevim Salekê bi rastî mi ceriband Melûlî ji min dûrbikevê Ji diltengîyê xelas bibim Kirûnakim rê nabînim Gelek cara min divê banbikim Dengê xwe li dinyayê bikim Lê êşa li dil de dihêlim Tu peyv nîne şirove bikim Van birînan diyar bikim Vî agirî vemirînim Vî agirî vemirînim Êd dî mi nas dikin wekî çêtir Birînê min derbaskirin Xwezî wan carkê zanîba Dermanê vê îşê nîne Dermanê birînê nîne Hita dinê ev hêstir wê barin Şevek dûra meh û salin Birînê min çara nabin Sînorek dahat li dora min Çayeke bê şekir da min Girî û hêstir bûn paya min Jîyaneke bê tam da min Hevalêt xwe mi winda kirin Wan nedixwest derdêm bibînin Û herkesê ku min dibînin Ez fêrbûm çawa bixapînim Vê rûberkê li ber xwe bikim Îro bûye behrek ji min Van xeman ez êsîr hêlam Tucarî ez jî nafelitim Per û baskê min şikestin Gelo çawa ezê bifirim Gelo çawa ezê birevim Xwe ji melûlîyê xelasbikim Xwe ji melûlîyê xelasbikim Xwe ji melûlîyê xwlasbikim