Skip to content

Keçê Canê - Live

Popularity · Low

YouTube

Searching YouTube...

Lyrics

Keçê canê li ser xatira te Her ro ez tême mala te Dil ji eşqa te ra hate Keçê canê, keçê canê Keçê canê te bernadim Te bi hemî dinyayê nadim Bi eşqa te zor dilşad im Keçê canê, keçê canê Min divêtin du hewser bin Du mêrarî, du gewher bin Rêk û pêk û ser û ber bin Keçê canê, keçê canê Min divêt bûk û zava bin Bo êg ronahiya çava bin (ji bo hev) Şerbeta li ser lêva bin Keçê canê, keçê canê Keçê li ser te diceng im Xortek aza me bi seng im Xwedan mijûyeka şeng im Keçê canê, keçê canê Bes bibêje te çi divêtin Rast û çep dê bo te hêtin Aqilmend im ne ez şêt im Keçê canê, keçê canê Keçê canê li ser xatira te Her roj ez tême mala te Dil ji eşqa te ra hate Keçê canê, keçê canê Keçê canê te bernadim Te bi hemî dinyayê nadim Bi eşqa te zor dilşad im Keçê canê, keçê canê