Skip to content

Çima Çima?

Popularity · Low

Listen

YouTube

0:00 / 0:00
Loading YouTube player...
Lyrics offset
Synced

Lyrics

Ka ji min re bibêje (hevalê hêja) Çima pirs xwe zamkirina bi min va Çima çima ti kes nade min bersivan, çima Hevale hêja ka ji min re bêja Dinya veca dizivire le dinya çima gêja Çima dinya rewşa ma nade ber çavan Çima mirov nabîne wijdan nemaye li ba wan Çima çima wa mala me xirab kirin Neheqiyan kirin û hê jî destê hevdû digirin Bi çeşîtên nû dileyizin, xirabtir ji berê Fêm nakim dinya çima dora wan digere Çima xeberên devan diyar dibin weka tozê Tu bikî bike, tu nekî wî wextî neke sozê Em çima çava diavêjin, çima bi hev re nameşin Çima tenê xwe difikirin, em çima zikreş in Çima çima, em çima bi hevdû re şer dikin Çima bi me re dilîzin, em çima lîstik in Ka bidin min bersivên pirsan, wextê min li vir nema Çima çima çima, hema hema Çima çima, ev serma ser serê me ma Çima çima, ew germa hundirê me de nema Çima çima, pirs xwe zamdikina bi min va Pirsên min yê bi xwe re dibim diçin û digerin li bersivan Çima çima, ev serma ser serê me ma Çima çima, ew germa hundirê me de nema Çima çima, pirs xwe zamdikina bi min va Pirsên min yê bi xwe re dibim diçin û digerin li bersivan Çima serê me û çima tola me ketiye Sûcê kê ye, berxik tu yî, gur ji birçî ye Çima navekin deriyê, çima serokê me girtî ye Çima hevalan şehîd ketin li serê çiya Em çima rabûn û ketin, çima em bindest in Em çima ne azad in, çima ne serbest in Em çima firseta dibînin lê bi kar naynin Nikarin wext vegerînin an dîroke biguherînin Lê em dikarin ji îro pê va dîroka xwe binivîsînin Ez belkî saf im lê çima zilma xwe nahêlin Çima xwina xwisk û birayen min hê jî dirijînin Çima bin mase diviserin, çima ser mase nadeynin Herkes armanca me dizane çima ne mesela wa ye Ne xema we ye çima welatê me bindestan de maye Ka bidin min bersivên pirsan wextê min nema Çima çima çima, hema hema Çima çima, ev serma ser serê me ma Çima çima, ew germa hundirê me de nema Çima çima, pirs xwe zamdikina bi min va Pirsên min yê bi xwe re dibim diçin û digerin li bersivan Çima çima, ev serma ser serê me ma Çima çima, ew germa hundirê me de nema Çima çima, pirs xwe zamdikina bi min va Pirsên min yê bi xwe re dibim diçin û digerin li bersivan Çima çima berik te dibinim bersivan Perê xelkê tehl e lê dev de weka hingiv e Xwarina me dixwe, na, çima narehet pê Zarokek jî zane ev dinya menfiat e Çima fikren însanan bi vî şiklî dizîvirin Ku ne ez pêl we bikim belkî ew pêl min bikin Çima li vê dinya cemidî germ e û qencî zerer e Bêbextiyan hene di qedera herkesî li her derê ye Çima civakekî bemresa, jiyaneke xirab e Em çima man bê heq û welat hîn jî zanin nabe Çima nahêlin em fikrê xwe vekirî bibêjin Çima pêl me dikin, çima yeqîn nakin em ê rabin Yê got nerabin ji cehş in bi zimanê dirêj in Tiştekî nakin çima dibêjin welatparêz in Ka ez ji we re bibêjim, bersivan çima bidim we Ev e xeletiya me Em in neyarên xwe